top of page

Xirabebûna Obsesîf Kompulsîf


Xirabebûna Obsesîf Kompulsîf

Xirabebûna obsesîf kompulsîf nexweşiyeke mirov di çerxeke hizr û tevgerên dubareker de sînordar dike ye.


Nexweşî demên mirov tiştekî nake de dibe sedem ku tim û tim hizrên wekhev hişê mirov hildin bin kontrola xwe. Heke di demên waha de mirov van hizrên li ser hiş pestoyî çê dikin neyîne cih dil û hişê wan aramî nabîne. Herwiha dikevin stresê.


Mirov ji ber van hizran pêdiviya bilez kirina karê ku hilbijartine dibînin. Heke vê karê bînin cih mirovan de rihetiyeke demborî çê dibe lê di rewşeke din e mîna vê de dîsa hestên waha û anksiyete tê jiyan.


Gelek nexweşên xirabebûna obsesif kompulsîfê ji vê rewşê hayîdarin û dixwazin vê yekê biguherînin. Ji ber vê bi paxnekirina van hizran dixwazin van hirzrên tund nebihîsin û bi vî awayî xwe bidin sekinandin. Lê belê dema ku dinêrin bi vî awayî bi wan hizrên tund re nikarin serederî derxînin dikevin stresê. Îcar jî ji bo bikaribin vê stresê kontrol bikin xwe didin zorê.


Encama van hemû kirinan de ziyan digihîje mirovan.


Nexweşên xirabebûna obsesif kompulsîfê bi tena serê xwe nikarin ji nexweşiyê re serederî derxînin. Pêdivî heye ku pakkirina tibbî û alîkariya derûnî hildin.


Sedemên Nexweşiyê Çi Ne?


Digel sedemên xirabebûna obsesîf kompulsîf hê baş nehatine fêhm kirin tê hizirîn di derketina nexweşiyê de bandora faktorên biyolojik û hawirdorî heye.


Faktorên Biyolojîk


Ji bo ku mêjî bi awayekî asayî bikaribe xebata xwe bidomîne divê di mêjî de şanikên ku ji wan re noron tê gotin bi hevre bikevin têkiliyê. Têkiliya norona jî bi ragihîna noronî çê dibe. Hêmanên ku ji wan re norotransmîtter tê gotin ji bo ragihîna noronî alîkarî didin.


Rewşa obsesîf kompulsîf de hatiye dîtin ku di beşên ziyandar ên mêjî de çalakiya noronî zehf zêde dibe. Dema ku nexweş semptomên xirabebûna obsesîf kompulsîfê dijîn mêjî zêdetir çalak dibe.


Faktorên Hawirdorî


Di nexweşiya XOKê de sedemên bingehîn ên faktorên hawirdorî di bin streseke mezin de mayîn e. Guherînên cidî ên di jiyana nexweşan de diqewimin dibe ku semptoman xirabtir bike.


Wek mînak dibe ku nexweş piştî mirina kesekî/keseke dildar nikaribin mirina wan qebûl bikin û ev yek jî bike ku tim û tim van hest û ramanan bijîn. Bi jiyîna van hest û ramanan jî anksiyete, stres bê jiyan.


Hin Faktorên Hawirdorî Wiha Ne

  • Nexweşî

  • Mirina kesekî/keseke dildar

  • Zivirkirin, destdirêjî

  • Guherîn anjî pirsgirêkên têkildarî dibistan anjî kar

  • Guherînên derbarê rewşa jiyanê

  • Diltirsiya Boneyî


Vexuyanên Wê

  • Ji qirêjbûnê tirsin

  • Birêkûpêk û biasîmetrîk bûn

  • Nekaribûna destdana tiştên kesên din destdane wan

  • Tim û tim şûstina destan

  • Ji mîkroban tirsin

  • Her dem xwestina serşûstinê

  • Ji bo paqijkirinê dazwaziyeke zêde

  • Dema tişt birêkûpêk nebin çêbûna stresê

  • Di dile xwe de dubarekirina diayek, peyvek anjî tiştekî din

  • Jimartina tiştan

  • Ji bo pêbawer bin ocax girtiye dubare sêbare kontrol kirin

  • Dubare sêbare kontrol kirin ji bo derî hatiye mifte kirin an na

  • Pêdiviya tim û tim kontrolkirina tiştekî

  • Ji bo silavdayinê ji destdana hev acizî

  • Ramanên derbarê dê ziyanek bê serê kesên hawirdora wan


Şêweyên Nasanê


Ji bo xirbebûna obsesîf kompulsîf şêweyeke taybet e nasanê nîn e. Nasana wê ji hela pisporekî ve li ser semptom û tevgerên di nexweş de tên dîtin dihê kirin. Di venêrîna ji aliyê derûnnas ve tê kirin de raman, hest, semptom û tevger tên lêkolîn kirin.


Şêweyên Pakkirinê


Pakkirina herî bandordar ya derman û alîkariya derûnî bitevahî tê bikaranîn e. Bi taybetî jî dermanên li ser pergala serotonînê bandor dikin pakkirinê de gelekî bikêr in. Ev dermanên ji wan re “astengdarên paşvehildana serotonînê” tê gotin di pakkirina xirabebûna obsesîf kompulsîf de berbelav û bi serkeftî tên xebitandin.


Ger hizreke wek vexuyanên XOKê di we de heye, hebe serî li pisporekî bidin. Nasaneke zû dibe ku rê li ber pêşveçûna nexweşiyê bigire. Ji berk u çiqas zû bê nasandin pakkirina wê hewqas hêsan dibe.


Werger: Umît Tûnç

0 comments

Recent Posts

See All

Коментарі


bottom of page