top of page

Xirabebûna Nîgeranî (Anksiyete)


Xirabûyina Nîgeranî (Anksiyete)

Anksiyete, bi navê xwe yê kurmancî Nîgeranî*, rewşa tim û tim di nav hizr û hestên neyînî de mayîn e. Ev hestên neyînî şayiş, tirs, rageşî; hizrên neyînî jî ji bîr nekirina bîranîneke nebaş, metirsiya derbarê nediyariya paşerojê, mirina kesekî/keseke dildar û tim û tim van bûyeran hizirîn e. Mirov nikarin ji xeynî van tiştan, tiştekî din bihizirin.


Di jiyana rojane de demên bistres çê dibin. Mirov nikare bêje her kesê ku strese dijî de teqez anksiyete heye. Mirov dikare stresên biçûk, sînordar asayî qebûl bike. Heta ku stresa pileya wê biçûk li ser mêjî xwedî bandoreke baş e.


Wek mînak em bihizirin ku karek heye divê hûn bikin. Lê di dilê we de daxwazî çênabe ku hûn destpê kar bikin. Dema hûn li ser encama nekirina wê karî dihizirin, ji ber encamê de ji we re tiştên nebaş hene hûn dikevin stresê û ev stres dike ku hûn wê kare pêk bînin.


Ango mirov dikare vebêje ku anksiyeteya pileya wê biçûk ji bo xistina tevgerê xwedî bandoreke erênî ye. Lêbelê anksiyeteya pileya wê bilind anjî dirêjbûyî de ya herî baş ew e ku mirov alîkariya pisporekî hilde.


Sedemên Anksiyeteyê Çi Ne?

  • Mirina kesekî/keseke dildar

  • Jiyîna trawmayên serdema zaroktiyê

  • Ji bo kesên hatine havildarbûn nekarîna derbas kirina vê rewşê

  • Ji hêla hawirdorê ve vederbûn

  • Di malbatê de hebûna kesekî/kesekê binîgeranî. Ji ber ku aciziya anksiyeteyê bi rêya genetîkê derbas dibe.

Ji Bo Anksiyeteyê Faktorên Rîskî Çi Ne?

  • Jê havildarbûna serdema zaroktiyê de hatiye jiyîn ji bo anksiyeteyê rîskê zêde dike.

  • Ji hêla hawirdora xwe ve vederbûn û qebûl nebûn

  • Sedemên genetîkî

  • Bengîtiya hêmanê

  • Kêmasiya jixwebaweriyê


Vexuyanên Anksiyeteyê Çi Ne?

  • Xirabûna ahenga dil

  • Bêhntengî

  • Zêde xwêdan

  • Tremor, di dest û piyan de lerizîn

  • Rageşî, dilnerihetî û bipanîk hîskirin

  • Pirsgirêkên baldayinê

  • Pirsgirêkên xewê


Çend cûreyên anksiyeteyê hene:


Anksiyeteya Giştîbûyî: Mirov ligel nebûna sedemekî zêdetirîn nîgeranî û rageşî hîs dikin.

Nijdeya Panîkê: Ev rewş dema zêde tirsînê de tê xuyan. Vê rewşê de di agenga dil de lezgînî, zêde xwêdan, tengbûna sing anjî êş tê dîtin. Dibe ku hin sendromên nijdeya panîkê bişibin yên rawestana dil.

Anksiyeteya Civakî: Di vê cûreyê de ji hêla hawirdorê ve qebûlnebûn, hatine rexnekirin, hatine darizandin, hatine tirranekirin mirovan dixe bin hest û hizrên nîgeranî.


Pakkirina Anksiyeteyê


Di pakkirina anksiyeteyê de dermanên anksiyeteyê kêm dikin û psîkoterapî bi tevahî tên xebitandin. Ger ku we de aciziyeke wiha hebe divê hûn serî li alikariya pisporekî bidin.


* – Di kurmancî de ji bo anksiyete nîgeranî, dilgiranî, xemxwerî, xemgirî û fikar hene. Me li gor nivîsê peyva nîgeranî baştir dît û em dê ji bo anksiyete nîgeranî bikarbînîn.


Werger: Umît Tûnç

0 comments

Recent Posts

See All

Comments


bottom of page