top of page

Zarokên Pêxwas


 

Pêxwasiya hezar salan dinale di nava pelên çermik û zelzelok de Cilên raxistî yên berberojê Bi şermî vedişartin pîneya di nava navrana kalên pîr xwar de Her goşekî sebiyekî gerdenî Zarokên ken di qirika Wan de mayî Zarokên şermok û reben Tasek xwarin deh kevçî Dayik û bav jî hê nehatine ber der Yek bizinek niv sîtil şîr Kî yê bidoşe vê êvara dereng Qûşxane û kartol hevalê Kevnarene di vê malê de Rûnê simbêlên bavê wan Li ser refê jorêye Û ji halê wan bi kene Ew xweziya xwe

Ji pisîka pîrê tînin Ji ber ku bi mişkan re têr û mîre Ew rebenê hewşa vik û vala ne Ew hêsîrê deriyê texteyê riziyane Ew koçerê bê nivîs û bê ziman e Zarokên enik qelişî Zarokên sêwî û parseka Înîya qesemin Ewin serî hildan e Zarokên şivan û gavan Zarokên nanên tisî bê garis Ew lehengê doza dereng mayî ne Di nav axa wêran de pelpelok û perîşan Belavbûne di nawa gerdûna Bê aso qelew û ne têr Li ber roja hukum sor Reşik û mal wêranin Ewin ew çav reş û bejin zirav Ewin ew leheng û qehreman Ewin ew zarokên bê niştiman

 


0 comments

Recent Posts

See All

Comments


bottom of page