top of page
Writer's pictureÜmit Tunç

Çîyayên Pişt Malê


 

Roj diçe ava Hîv dişibe tavê Tarî dikeve li ser Çîyayên li pişt malê Ba dikeve derzên caman Mişk dîwaran vedirojin Gazî dikin gur Ser çîyayên li pişt malê Pîrik zaroka radizînin Didin ser pîye xwe, dihejînin Dibên ne du lingê ne sê lingê Ne rovîye ne qulingê Ser çîyayên li pişt malê Dibên ne du lingê ne sê lingê Ne rovîye ne qulinge Bi rojê dixe qîrîn Bi şev bê denge Ser çîyayên li pişt malê

 


0 comments

Recent Posts

See All

Comments


bottom of page