top of page

Şahê Dengbêjan Şakiro


Şahê Dengbêjan Şakiro

Şakiro, bi tirkî Şakîr Denîz, dengbêjekî bi nav û dengê xwe ve her çar aliyê Kurdistanê hatîye nasîn e û bi qeydên amatorî jî be wek Şahê Dengbêjan di nav gel de hatiye qebûl kirin. Di jiyanek kurt de bê perwerdeya zanîngeha gelek sitranên dengbêjên berîya xwe bi terza xwe şîroveke kiriye û gelek jî kilam afirandiye.


Şakiro sala 1936an de li Eleşgîrt a girêdayî bajarê Agirîyê, gundê Topraxqelayê hatıye dinyayê. Lê mîna ku em, dawiya emrê wê de jî dibînin Şakiro û malbata wî zêde li derekî ne jıyane, gelek caran ciyê xwe guhirandine.


Piştî bûyîna wî malbata Şakiro derbasî gundê Cemalverdî, girêdayî Dutaxê, dibin. Gundê Cemalverdî di jiyana dengbêj de xwedî ciyek taybete ji ber ku aliyê dengbêjiyê vê gelek bandor li ser Şakiro hiştiye. Şakiro li gundê Cemalverdî rastî Dengbêj Bedîhê Kor tê. Bedîhê Kor (anjî Bedîhê Çevşûşe) wek şagirtê dengbêjê mezin, Homerosê kurdan Evdalê Zeynikê tê zanîn. Xênî vê jî tê zanîn ku Bedîhê Kor Dengbêjê bavê Xalis Öztürk ê ku Serhildana Agiriyê de cîh girtibû, ango Evdilmecît bû. Dibêjin destpêka Şakiro û dengbêjiyê piştî hatina gundê Cemalverdî û rasthatina li Bedîhê Kor dibe. Şakiro bin bandora şagirtê Evdalê Zeynikê dimîne û destpê dengbêjiyê dike. H. Elbaqî (2020) dibêje ku mirov dikare bibêje Şakiro şagirtê Bedîhê Çavşûşe ye. Ev mînak ji bo tesîra Bedîhê Çavşûşe li ser Şakiro nîşan bide girîng e.


Salen 1950yî de malbata Şakiro li gundê Cemalverdiyê koçî Qereyaziya Erziromê dike. Wexta malbata Şakiro derbasî Qereyaziyê dibe temenê Şakiro 15-16 ye. Qereyazi jî di jiyana Şakiro ya dengbêjiyê de ciyekî gelekî girîng digire. Şakiro wexta tê Qereyaziyê dengbêjiyê didomîne û rastî dengbêjên Serhedê yên navdar Ferzê û Reso tê. (1)


Ferzê û Reso dengbêjên Serhedî yên navdar in û wek ku em ê paşê li ser bisekinin jî Şakiro gelek kilamên wan şîroveke kiriye. Rasthatina Şakiro û Dengbêj Ferzê bi gotina birayê Şakiro Saîd Denîz wiha dibe:


Rojekî Şakiro di dawetekê de bi Dengbêj Ferzê kilaman dibêje. Lê Şakir nizane ew dengbêj Ferzê ye. Piştî ku Ferzê li Şakir guhdar dike jê re dibêje “Ez dengbêj Ferzê me heta niha kesî nikaribû bi min re kilam bigota, heger tu miqayetê xwe bî tu yê bibî dengbêjekî gelek baş.” (2)


Piştî vê bûyerê û Şakiro dengbêjên wek Ferzê û Reso bi hunera wan dibîne ji xwe re terzekê ava dike. Van deman hê li Qereyaziyê dijî û bi terza xwe dengbêjîyê didomîne. Ji ber vê jî wek Şakirê Qereyaziyê tê nasîn.


Şakiro demên jiyîna li Qerayaziyê bi dengbêj Reso û Ferzê re û diçe dengbêjî dike. Bi gelemperî jî li Dengbêj Reso re li dîwanên dengbêjîyê li sitranan dibêje. Her wiha bi rûniştin û rabûna li Reso re jî wî gelek tişt werdigire. Ya ku em dizanin Şakiro raste rast perwerdeya dengbêjiyê li ba Reso nedîtiye lê bi van rêwîtîya derbarê dengbêjiyê ki wî gelek tişt hîn bûye. Ji ber vê ye ku îro Dengbêj Reso wek mamosteyê Şakiro tê hesibandin di warê dengbêjîyê de.


Wexta Şakiro li Qereyaziyê dijî, xortanîya wî de, dilê wî dikeve keça cîranê wî. Malbata wî diçin keçikê jî wî re dixwazin lê malbata keçikê ji ber ku navbera malbata Şakiro û malbata keçikê de dijminatî heye keçikê nadin Şakiro, ji yekî din re dizewicînin. Piştî vê jî Şakiro li Qereyaziyê bi keçeke navê wê Dîlber ra dizewice.


Li ser vê zewacê çend sal derbas dibe Şakiro jineke li Kolpa Mûşê re hevnas dibe û ji wê re bi dizewice. Sala 1959an de jî mala xwe dibe Edenê û wek 7 salan li Edenê dijî dengbêj. Wexta li Edenê dijî jî li wir Xanimê re dizewice û herwiha sê caran dizewice.


Dîsa bi gotina birayê wî Saîd Denîz, wexta Şakiro li Edenê dijî kurê Niyazî Agît Xîyasettîn rojêkî Şakiro û wî dibe otêlekî. Otêlê amûrên ji bo deng qeydkirinê derdixe pêşiya wan û dixwaze ku Şakiro kilaman bibêje. Herwiha bi vê dengê Şakiro qeyd dike û 500 lîra dide Şakiro, diçe. Piştî vê bûyerê qeyda dengê Şakiro belav dibe û Şakiro di nav gelê Tirkîyê heya yên Başur, Rojava, Rojhilat û Qafqasyayê bigire navdar dibe. Kasetên wî li Îranê jî gelek tên guhdarkirin.


Di sala 1966an piştî 7 salên li Edeneyê Şakiro mala xwe dibe Mûşê. Li Mûşê du sala dijî û pişt re dîsa mala xwe tîne Qereyaziyê. Bicîh bûna Şakiro li Qereyaziyê heya 1988an berdewam dike,1988an de jî koçî bajarê Îzmîrê dike Şakiro û heya mirinê jî li Îzmîrê dijî.


Şakiro piştî koçî Îzmîrê dike jî dengbêjî yê berdewam dike lê wek berê nikare bike. Sedemên vê bûyerê yek ew e ku piştî 40 saliyê ji gurçikên nexweş dikeve. Ji ber nexweşiyê li Enqere, Stanbolê û Îzmîrê li ser bijîşkan digere. Sedema din jî ew e ku wek berê mirov lê xwedî dernakevin û wek berê kes di dîwanê dengbêjîya de cîh nagire anjî wek berê dîwanê dengbêjîya nabin. Bi rastî piştî ku amûrên deng qeyd dikin pêş da çûn û di nav gel de hatin belav bûyîn mirova bê destûr û bihayê yê wê dihatin dengê Şakiro hildidan qeydê. Şakiro ji dengê xwe yî zêr ji aliyê daringî tiştekî pak nedît.


Mirov dikin ku Şakiro dixin stûdyoya û dengê wî baş qeyd bikin lê Şakiro ji ber ku stûdyo naşibe dîwanên dengbêjîyê qebûl nake û nakeve stûdyoya. Ji ber vê kasetên dengê Şakiro yên îro em guhdar dikin hemû bi qeydên amatorî hatine çêkirin. Lê dîsa jî qeyd çiqas amatorî be jî dengê Şakiro ji guhdaran re wek zêran e. Derbarê vê deng û hunera Şakiro de em dizanin ku wî jiyana xwe de perwerdeya zanîngehê nedîtiye. Lê Aranjor Alaaddîn wiha dibêje:


“Weke ku Şakiro perwerdeya notayê dîtibe her tişt bi awayekî rast datîne cîh, dema mirov kilamekî bi note bike mirov weke ku Şakiro gotiye kilamê note dike.” (3)


Hunera Şakiro ya dengbêjiyê da ne tenê ev bû. Şakiro di warê xulxulandin-hawînîyê de jî pêş de çûbû, hosta bû. Dibêjin ji ber ku welatê Serhed çiyayên bilind û geliyên kûr pêk tê dengbêjên Serhedî ji bi bandora erdnîgarîya welêt stranan de dengê xwe nav hevraz û berjêran de baş dixebitînin. Ji bo na ku Şakiro jî dengê xwe waha baş xebitandiye gel ji wî ra gotiye Kewê Ribat, Kewê Nêr. Sedema wê jî ew e ku Kewê Ribat nêre û wexta di nav refê xwe de dixe qebeqeb dengê wê li ser yên din dikeve.


Mirina Şakiro


Dawîya emrê wî ji ber ku qedr û qîmeta wî baş nayê girtin ji gelê kurd xeyidiye Şakiro. Wexta nêzîkê mirina wî rojnameger Rahmî Batûr dixwaze ji wî ra hevpeyvînekî bike û ji vê sedemê diçe ba wî lê Şakiro ji bo nerazîbûna xwe ya derbarê gel hevpeyvînê qebûl nake û wiha dibêje:


“Kurd li dengbêjên xwe xwedî dernakevin. Aşiq Weysel hebû. Tirk jê xwedî derketin. Lê Reso’kî me hebû, hostayê me hemûyan bû. Birçî mir...! Kanê bêje ez anha çawa dilê xwe ji te re vekim û derdê xwe bêjim te?”


Di sala 1996an li bajarê Îzmîrê jiyana xwe ji dest dide dengbêj. Li goristana Îzmîrê ya bi navê Altindaxê tê veşartin.


Hinek Xeletiyên Derbarê Şakiro


Cihê bûyîna wî: Li hin deran ciyê bûyîna Şakiro wek gundê Navik derbas dibe. Lê bi rastî Şakiro li gundê Topraxqelaya (Toprakkale) girêdayî Eleşgîrtê ji dayîk bûye.


Cihê goristana wî: Anha li ser hemû websîteyan ciyê gora Şakiro wek Goristana Çamliqûle (Çamlıkule Mezarlığı) tê nîşandan. Lê ev ne raste. Jixwe li bajarê Îzmîrê goristaneke bi vî navê jî tinne. Gora Dengbêj Şakiro piştî Goristana Musevîyan A Altındaxê (Altındağ Musevi Mezarlığı) li Goristana Altındaxê (Altındağ Mezarlığı) ye.

 

Çevkanî:

1, 2, 3-Öztürk, Di Tradîsyona Dengbêjîya Kurdî De Şakiro (Jîyan û Berhem), Zanîngeha Mardîn Artukluyê Enstîtuya Zimanên Zindî yên li Tirkiyeyê Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî, Mêrdîn 2014

Comments


bottom of page